Cîhan
Wezîfa sekreterê NATO ya Stoltenberg hat dirêjkirin
PeyamaKurd- Wezîfa sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg di 30 yê êlûna sala 2020an diqede lê ev wezîfe heya sala 2022an hat dirêjkirin. Di ragihandinê de Stoltenberg weha got:
“Ez bi biryara hevakaran ya dirêjkirina wextê wezîfa xwe serbilindim. Di vê dema ku em bi ceribandinên ewlekariyê rû bir û ne de, bo nûjenkirina NATO yê bende me ku bi hevkaran re bixebitim.”
Ev cara duyê ye ku wextê wezîfa Stoltenberg tê dirêjkirin. Stoltenberg serokwezîrê berê yê welatê Norweçê ye.