Cîhan
Wezîrê Afganistanê Heqanî hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wezîrekî Mîrîtiya Îslamî ya Afganistanê dema derketina ji mizgeftê di êrîşeke bombeyî de hate kuştin.
Medyayên Afganistanê ragihandine ku îro 11ê Kanûnê, Wezîrê Penaberan û Vegerê yê Mîrîtiya Îslamî ya Afganistanê Halilurrahman Heqanî, dema derketina ji mizgeftê di encama sûîqesteke bombeyî de hate kuştin.
Heta niha ti aliyekî berpirsiya wê êrîşê li xwe negirtiye.