Wezîrê Almanyayê, serdana xwe ya Iraqê taloq kir
PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji qada siyasî ya Almanyayê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Pistoriu, ji ber metirsiyên ewlehiyê serdana xwe ya Iraqê taloq kir.
Li gorî nûçeyên ku çapemeniya Alman, ji Wezareta Berevaniyê hat ragihandin ku piştî tundiya li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê, Daîreya Polêsên Tawanan a Federal a ji parastina Wezîr berpirsyar e, pêşniyaz kiriye ku serdan were bipaşxistin û wezaretê jî qebûl kiriye.
Hat parvekirin ku xwepêşandanên li Bexdayê û alozbûna rewşê nayê paşguhkirin û biryara bipaşxistina şanda Almanyayê ya li Bexdayê jî ji bo parastina karmendên wê hatiye stendin.
Pistorius bi serdana xwe armanc kir ku beriya dirêjkirina erka artêşa Almanyayê ya li Iraqê û li ser rewşa herêmê nêrînek werbigire.
Her wiha hat zanîn ku li Almanyayê hikûmet dixwaze di payîzê de dema erka xwe ya li Iraqê dirêj bike.
Wisa tê zanîn ku 90 li bakurê Iraqê û 45 jî li navendê bi giştî 130 leşkerên Almanyayê li Iraqê erkdar in.