Cîhan
Wezîrê Amerîkayê Blinken, çû Îsraîlê!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken çû Îsraîlê.
Hat ragihandin ku Antony Blinken piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Serokomarê Îsraîlê Herzog re dê biçe Ammana Urdunê.
Blinken, beriya ku ji bo serdana xwe ya Îsraîlê ji Amerîkayê derkeve, peyama ‘piştgiriya Îsraîlê’ da û got,
"Em ê teqez bikin ku Îsraîl ji bo parastina xwe her tiştê ku hewce dike heye û em ê piştgiriyê bidin gelê Îsraîlê. Ji niha ve rêjeyeke girîng a alîkariyên leşkerî di rê de ye."