TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Amerîkî: Nêzîk e em li ser Tengava Hurmizê bi Îranê re li hev bikin

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 19:03

PeyamaKurd - Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro 4ê Tebaxê di hevpeyvîna ligel kanala CNBCê ragihand ku îhtîmal heye îro an jî sibe Amerîka û Îran ji bo ji nû ve li ser vekirina Tengava Hurmizê bigihîjin lihevkirineke ku bi awayekî azadiya çûnûhatinê ji bo keştiyên bazirganî misoger bike.

Wezîrê Gencîneyê got: "Em ligel Îraniyan di danûstandinan de ne û derfeteke baş heye ku em îro an sibe ji bo vekirina wê tengavê û avêtina pêngavan ber bi rewşeke asayîtir di vê hevrikiyê de bigihin lihevkirinekê."

Li ser pirsa gelo maf bi Îranê tê dayîn ku bacê ji keştiyan werbigire jî Bessent tekez kir ku lihevkirin li ser bingeha "azadiya çûnûhatinê" ye û da zanîn: "Çûnûhatin wê li nêzîk azad be. Tevî ku rewş di çend rojên borî de hinekî aloz bûbû, lê niha jî em dibînin ku hejmareke keştiyan ji wê tengavê derdikevin."

Parve bike: