Cîhan
Wezîrê berê Ercan Vuralhan hat kustin
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê berê yê Tirkiyê Ercan Vuralhan li bajarê Îstenbolê bi êrîşa kesê bi navê Yüksel K. bi kêrê hat kuştin.
Bûyer li taxa Fatihê çêbû. Wezîr Vuralhan ê 75 salî li cafekê rûdinê û yek êrîşê dibe ser wî. Wezîr birîndar dibe û ambûlans wî dibin Nexweşxaneya Hasekiyê lê li nexweşxanê dimre.
Kujerê wezîrê berê hat girtin û niha di bin çav de ye. Polîs lêkolîna xwe dewam dike.
Ercan Vuralhan di sala 1987an de ji partiya Anavatanê bû parlementerê Ankara û di navbera salên 1987 û 1989an de bû wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê.