Cîhan
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê di babeta F-35an de axifî
PeyamaKurd- Ev demeka dirêje ku mijara balafirên F-35 yên Amerîka di rojevê de ye ku Amerîka dibêje eger Tirkiyê sîstema S-400an ya parastina hewayî ji Rûsyayê bikire, wê F-35 an nede Tirkiyê. Wezîrê bergiriyê Hulusi Akqr di resepsiyona meclisê ya 23 yê nîsanê de weha axifî:
“ Di mijara F-35an de plana me ya B yê heye. Plana me ya orte û kurt heye. Di mijara F-35an de hêj xitimandin tine ye. 4 pîlotên me difirin. 2 pîlotên me xwe bo perwerdê amade dikin. Perwerdeya 35-40 xebatkarên me dewam dike. Di mijara Sûriyê de em dibînin ku Amerîka nêzî tesbîtên me dikin ji ber ku gotinên me maqûlin.”