Wezîrê dadê Bozdag: Ez rêvebiriya Afganistanê sermezar dikim
PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ li ser ku rêvebiriya Afganistanê perwerda jinan qedexe kir û nehişt keçên Afganî di xwendegehan de bixwînin, daxwuyanî da û got:
“Ez rêvebiriya Afganistanê ya jina ji mafê perwerdê û xwendinê bêpar hişt, şermezar dikim. Rêvebiriya Afganistanê dawet dikim ku vê kiryarê ji ortê rake. Mafê perwerdê û xwendinê mafê jin û meran yê herî bingehîne. Her welat mecbûre mafê xwendinê bê ferq û cudatiyê bixe nav hemwelatiyên xwe, bide wan.
Mirov mafê xwendina jinan ji ortê rake neheqiya mezine û zilm e. Ez rêvebiirya Afganistanê ya jinan ji heqqê xwendin û perwerdê bêpar dihêle şermezar dikim. Ola Îslamê bê ferq û cudatiyê bixin navbera cinsiyetan xwendinê ferman dike. Bêpariya jinê ji xwendinê, nîşana dewra cehaletê ye. Hêvîdarim ku rêvebiriya Afganistanê dev ji vê neheqiyê berde.”