TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek bi malbata Uğur Mumcu re hevdîtin kir

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 14:47

PeyamaKurd - Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek li avahiya wezareta dadê ya Tirkiyê, malbata Uğur Mumcu qebûl kir.

Nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Uğur Mumcu di roja 24.01.1993an de li ber mala xwe ya Ankara bi kuştinekî bombeyî ya di notomobîlê de can dabû.

Di hevdîtna Akın Gürlek û malbata Mumcu de, di dosya kuştina Uğur Mumcu de, rewşa herî dawiyê û xebatên tên kirin gotûbêj kirin.

Ji malbata Uğur Mumcu, jina Mumcu Şükran Mumcu û kurê wî Özgür Mumcu di hevdîtinê de hebûn.

Piştî hevdîtinê, dibe ku di dosya Mumcu de pêşkeftin bibin an hinek delîl diyar bibin û hinek kesên din bên girtin lê eger ew kesên ku Mumcu kuştin li jiyanê mabin.

Parve bike: