TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Ger Îran ji xaka xwe êrîsî me bike, em ê li Îranê jî bixin

Admin L
Nivîskar
📅 10 nîsan 2024 14:36

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku eger ji xaka Îranê êrîşek li dijî Îsraîlê bê kirin, ew ê bersivê bidin û Îranê bikin hedef.

 Katz di nivîsa xwe ya li ser platforma X civakî de Îran kir hedef. Katz ku di nivîsa xwe de hesabên Rêberê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî etîket kir û got, "Eger Îran ji xaka xwe êrîşî me bike, em ê bersivê bidin, em ê êrîşî Îranê bikin."

 Îsraîl di 1ê Nîsanê de li Şamê êrîşeke hewayî li ser avahiya  Balyozxaneya Îranê pêk anî. Di êrîşê de 2 jê general 7 kesên ji Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê mirin. Îranê ragihand ku ew ê bi lez bersiva êrîşê bidin û DYA ji bûyerê berpirsyar dît.

Parve bike: