Cîhan
Wezîrê Derve yê Îsraîlê hevdîtina bi Guterres re betal kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen diyar kir, wî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres re betal kir û diyar kir, piştî 7ê Cotmehê cihê nêzîkatiyeke hevseng nemaye û divê Hamas ji ser rûyê erdê bê paqijkirin. "
Cohen di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civaki da wiha got, "Ez bi Sekretere Gişti ye Neteweyen Yekbüyi re hevditin nakim. Piştî 7ê Cotmehê nêzîkatiyeke bihevseng tuneye. Divê Hamas ji ser rûyê dinyayê bê paqijkirin."
Nûnerê Daîmî yê NYê yê Îsraîlê Gilad Erdan îdia kir ku Guterres ne guncan e ku serokatiya NY bike.