TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Ukraynayê hat guhertin

Admin H
Nivîskar
📅 05 îlon 2024 21:09

PeyamaKurd – Piştî ku doh Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba îstifa kir, li şûna wî Andriy Sybiga wek wezîrê nû yê derve hate erkdarkirin.

Serokê Parlamena Ukraynayê Ruslan Stefanchuk, doh ragihandibû ku wî daxwaznameya destjikarkişandina Dmitro Kuleba qebûl kiriye.

Piştî ku îro parlamentoyê jî îstifaya Kuleba pejirand, Andriy Sybiga ji aliyê parlamentoyê ve weke Wezîrê Derve yê Ukraynayê hate tayînkirin.

Hate ragihandin ku 254 parlamenteran dengê belê ji bo wezîrtiya Sybiga daye.

Parve bike: