Cîhan
Wezîrê Enformasyonê yê Hûsiyan sef guhert!
PeyamaKurd - Li Yemenê Wezîrê Enformasyonê yê Hûsiyan Abdusselam Cabir, derbasî sefê hikûmeta meşrû bû û çû Riyada paytextê Erebistana Siûdiyê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên hikûmetê, Cabirê ku veqetandina xwe ji Hûsiyan ragihandiye gihîştiye Riyadê ku Serokkomarê Yemenê Abdurabbu Mansur jî li wir niştecih e.
Ji aliyekî din Balyozxaneya Yemenê li Riyadê, rojnamevan bo sibê vexwendine ku Cabir dê civîneke rojnamevaniyê li dar bixe.