TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Îmaratê Ebû Dabiyê pêswaziya Wezîrê Derve yê Sûriyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2025 22:36

PeyamaKurd - Cîgirê serokê Encûmena Wezîran û wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan li Abû Debî ya Îmaratê bi wezîrê Derve yê Rêveberiya demkî ya Sûriyê ya HTŞê Esed El Şîbanî re civiya.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Îmaratê, di hevdîtinê de rêbazên xurtkirina têkiliya di navbera herdu welatan de, geşedanên li Sûriyeyê û dosyayên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Al Nehyan diyar kir ku Îmarat bi serxwebûn û serweriya Sûriyeyê re ye û piştgiriyê dide tevahî hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo pêkanîna aramî, aştî, ewlehî û avakirina jiyaneke birûmet li Sûriyeyê.

Parve bike: