Cîhan
Wezîrê Îsraîlê: “Bi destûra Xwedê, em ê di demeke nêz de li Tehranê bin.”
PeyamaKurd – Piştî ku doh bi şev Îranê, bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir, her du alî jî bênavber hevdu tehdît dikin. Yek ji wan kesan jî Amîçayî Çîklî ye ku wezîrê dîaspora û têkoşîna dijberiya antî-semîtîzmê yê Îsraîlê ye.
Amîçayî Çîklî wêneyê xwe yê li gel Şah Riza Pehlewiyê Îranê, li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û bi farisî ev nivîsî:
“Bi destûra Xwedê, em ê di demeke nêz de li Tehranê bin.”