Cîhan
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Hamas "wekîlê Îranê ye"
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen îdia kir ku Hamas "wekîlê Îranê ye."
Cohen di civîneke çapemeniyê ya serhêl de ku Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Lior Haiat û Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) Major Libby Weiss û gelek endamên çapemeniyê amade bûn, axivî.
Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Cohen, Hamas berpirsyar dît û got, "Hamas wekîlê Îranê ye."
Li ser çi qewimî û pêşerojê, Cohen got: “Dema ku dem hat em ê bibînin ka çi hatiye kirin. Dem bigre, çend roj negire, demeke pir dirêj bidome. Em nahêlin li herêmê şerekî topyekûn çêbibe."