Cîhan
Wezîrê karên derve yê Pakistanê bi hemkarê xwe yê DYA re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Pakistanê Muhammed İshaq Dar bi hemkarê xwe yê DYA re bi Marco Rubio re li Washingtonê civiya.
Di civînê de li ser pêwendiyên duqolî, hevkariya aborî, têkoşîna bi terorê re û li ser rûdanên li herêmê axifîn.
Ofîsa Dar, li ser hevdîtinê ragihand ku Rubio rola Pakistanê ya di navbera DYA û Îranê de teqdîr dike û têkiliyên baş di navbera her dû welatan de çêbûne.
Li ser peymana dawiyê ya di navbera DYA û Îranê, baregehê ti agahiyan neda.