Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re civiya.
Civîna Çavuşoglu û Mîrzoyan, yekemîn civîna li ser asta wezîran e. Piştî civînê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyek da û eşkere kir, wan civîneke pir berhemdar û çêker pêk aniye.
Çavuşoglu destnîşan kir: “Piştî peyamên erênî yên Serokomar Erdogan û Paşînyan, me nûnerên xwe yên taybet erkdar kir. Nûnerên me yên taybet li Moskow û Viennayê du caran li hev civiyan. Li vir ji bo têkiliyên me bi tevahî bên asayîkirin, li ser gavên ku bên avêtin jî gotûbêj kirin.”
Di berdewamiyê de da zanîn: “Îro em jî hinek di ser van mijaran de derbas bûn û me nirxand. Bi dilxweşî dixwazim bibêjim em li Kafkasyaya Başûr ji îstikrar û aşitiyê hewl didin. Em ji her aliyê ji bo hewldanên xwe pitgiriyê dibînin. Azerbaycan jî ji gavên ku hatine avêtin û pêvajoya asayîbûnê bi taybetî di navbera Tirkiye û Ermenistanê de kêfxweş e. Herî dawî ez roja Şemiyê li Bakuyê bûm. Azerbaycan jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Jixwe îstikrar û aşitiya herêmê di berjewendiya me hemûyan de ye. Em dê di vî warî de berdewam bin. Li ser vê mijarê me bi Wezîrê Karên Derve re jî li hev kiriye.”