Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Tankerên me dê ji Tengava Hurmizê derbas bibin
PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku ji bo tankerên petrolê yên Iraqî karibin di Tengava Hurmizê re derbas bibin, hikûmeta Bexdayê bi Tehranê re di nav danûstandinan de ye.
Danûstandinên bi Îranê re berdewam dikin
Ebdulxenî di hevpeyvînekê de li gel tora El Cezîreyê (Al Jazeera) diyar kir ku ew hewl didin rêyeke ewle ji bo hinartina petrola Iraqê peyda bikin. Wezîrê Iraqî got:
Ji bo ku destûr were dayîn tankerên petrolê yên Iraqî ji Tengava Hurmizê derbas bibin, bi Îranê re danûstandinên me yên berdewam hene.”
Hilberîna petrolê bi giranî kêm bûye
Iraqa ku yek ji hilberînerên herî mezin ên rêxistina OPECê ye, ji ber şerê li herêmê û girtina rêyên deryayî derbeyeke giran xwariye. Li gorî amarên dawî, hilberîna petrolê ya Iraqê ya ku berî şer rojane 4.3 milyon bermîl bû, niha dakiye asta 1.2 milyon bermîlan.
Vekirina deriyê Tengava Hurmizê ji bo tankerên Iraqî, ji bo aboriya Iraqê giringiyeke jiyanî diparêze, ji ber ku Bexda ji bo hinartina petrola xwe ya ji benderên başûr bi giranî pişta xwe daxîne ser vê korîdora stratejîk.
Ev hewildana dîplomatîk a Iraqê di demekê de tê ku Îranê sînorkirinên giran li ser trafîka deryayî ya li tengavê ferz kirine û tenê destûrê dide hinek welatên ku pê re di nav peywendiyê de ne.