TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Temîm û Faris civiyan

Admin L
Nivîskar
📅 03 mijdar 2024 22:02

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandananê Mihemed Elî Temîm û Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa proseya serjimêriyê ya li Bexdayê gotûbêj kirin.

Îro (03.11.2024) Mihemed Elî Temîm û Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê Îsa li Bexdayê civiyan.

Di civînê de gelek mijarên teknîkî yên derbarê proseya serjimêriyê û herwiha têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê proseyê de hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê têbîniyên derbarê pêvajoyê de, bi taybetî yên derbarê penaber û awareyan de bên nirxandin û hejmara kar li Herêma Kurdistanê were kirin. Pêdiviya temamkirina proseya biyometrîk heta dawiya îsal mijareke din a civînê bû.

Biryar e di 20ê Mijdarê de serjimêriya giştî ya xelkê Iraq, Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê were kirin.

 
Parve bike: