TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Sûriyê pistî serê navxweyî yekem serdana Misrê dike

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2023 23:15

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 1ê Nîsana 2023yan, Wezîrê Derve yê Sûriyê ji destpêka krîz û şerê navxweyî ve cara yekem serdana paytexta Misrê Qahîreyê dike.

Li gorî ragihandina medya rûsî, wê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û hempîşeyê wî yê Misirî Samih Şukrî li Qahîreyê bicivin.

Hat diyarkirin ku wê Mîqdad û Şukrî li ser dosyayên du alî û pêşdeçûnên li welatên Ereban û yên navneteweyî gotûbêj bikin.

Ji dema derxistina Sûriyê ji Komkara Erebî ve, ev serdana yekmîn a Mîqdad bo Misirê ye.

Parve bike: