TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrên Berevaniya Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê axivîn

Admin S
Nivîskar
📅 24 mijdar 2018 16:18

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi pêwendiyeke telefonê, li ser rewşa Sûriyê axivîn.

Hat ragihandin ku di hevdîtina telefonê de rêkeftina Soçiyê ya bo Idlibê û mijarên dabînkirina ewlekariya Idlib û Tel Rifatê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtina Şoygu û Akar de herdu aliyan diyar kiriye ku dê xebatên hevbeş ên li Sûriyê di navbera Rusya û Tirkiyê de berdewam bikin.

Parve bike: