Cîhan
Wezîrên Derve yên Îran û Siûdî li ser aloziya herêmê axivîn
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya telefonê peywendiyek bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel bîn Ferhan re encam da.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, di vê peywendiya telefonî de her du wezîran aloziyên dawî yên li herêmê û xebatên ji bo kêmkirina rageşiyê nirxandin.
Di daxuyaniyê de derbarê naverok û hûrgiliyên din ên hevdîtinê de agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.