WHO: 264 hatin kustin, 1.266 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di şer û pevçûnên dorûbera paytexta Libya Trablûsê de, hejmara kuştiyan gihîştiye 264 kesan.
Berdevkê WHOyê Tariq Jasareviç di civîna li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevê de, ragihand ku di encama êrîşên ji 4ê Nîsanê ve ji aliyê General Xelîfe Hafter ve li dorûbera Trablûsê hatine destpêkirin de, heta niha 264 kesan can daye û hezar û 266 kes jî birîndar bûne.
Jasareviç da zanîn, 21 kesên hatine kuştin û 69 birîndar sivîl in. Rayedarê WHOyê diyar kir, ji bo dermankirina birîndaran tîmên wan ên pispor bo herêmê hatine şandin.
Herwiha di civînê Berdevkê Komiseriya Bilind a Penaberan li NYyê (UNHCR) Babar Baloch jî ragihand ku ji 4ê Nîsana 2019an ve li herêmê 32 hezar sivîl aware bûne.