TR KU SO
FB X
Cîhan

WHOyê navenda nû ya koronayê eskere kir

📅 23 gulan 2020 17:31

PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) ragihand ku navenda nû ya koronaya nifşê nû (Covid-19) Amerîkaya Latînî ye. Di nava welatên Amerîkayê Latînî herî zêde haletên tûşbûnê li Brezilyayê tên tomarkirin.

Li welatên başûr û navîn yên Amerîkayê, bi taybetî li Brezilyayê, hejmara haletên tûşbûyiyan zêde dibin û hejmara kesên tuşbûyî ji 5 milyon û 200 hezarî borî.

Li Brezîlyayê hejmara kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane 337 kesan derbas kiriye.

Li Brezîlyayê halê hazir 310 hezar kesên bi koronayê ketine hene û hejmara qurbaniyan jî jî 20 hezaran boriye ku di nava wan de rêjeyeke berbiçav ya ciwanan jî heye.

Sedema mirina ciwanan jî, feqîrî û şert û mercên giran yên xebatê tên nîşandan.

Ji aliyê din ve li Çînê di 24 saetên dawiyê de tu haleteke tûşbûna koronayê nehat tomarkirin.

Parve bike: