TR KU SO
FB X
Cîhan

WP: Rûsya Agahiyên îstîxbaratê dide Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2026 19:09

PeyamaKurd - Li demeke ku şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de di roja xwe ya 7an de berdewam dike, medyaya Amerîkayê îdia kir ku Rûsya agahiyên îstîxbaratî derbarê pêgehên hêzên Amerîkî de dide Îranê.

Li gorî nûçeya Washington Postê ku dispêre 3 çavkaniyên nêzî agahiyên îstîxbaratî; Rûsya di şer de agahiyên îstîxbaratî, di nav de cihên balafirên şer û keştiyên Amerîkayê dide Îranê.

3 rayedarên ku nexwestin navên wan werin eşkere kirin diyar kirin ku ji roja şer dest pê kiriye û vir ve, Rûsya derbarê cihên hebûna leşkerî ya DYAyê, keştiyên şer û balafiran de agahî ji Îranê re şandine.

Yek ji kesên ku ji Washington Postê re axivîye ev nirxandin kir: "Ev wekî hewldaneke berfireh xuya dike."

Balyozxaneya Rûsya ya li Washingtonê heta niha bersiv nedaye vê mijarê.

Parve bike: