WP: Trump li Enqerê bi kamyona xwarinê hate revandin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî dema li Enqereyê beşdarî Civîna Bilind a NATOyê bûbû Tirkiyeyê, rastî gefeke mezin a sûîqestê ku tê gotin ji aliyê Îranê ve hatiye plankirin hatiye. Ji ber vê gefê jî vegera Trump a Amerîkayê veguherîye operasyoneke ewlehiyê ya awarte.
Li gorî nûçeya Washington Postê, Trump beriya ku balafir bifire wêne da ku ew li balafira berê ya Air Force One siwar dibe û dê bi vê balafirê ji Tirkiyeyê derkeve. Lê belê, di paşperdeyê de Trump bi nihênî ji balafirê hat daxistin û bi kamyoneke xwarinê ya firokexaneyê birin balafireke piçûktir a C-32A ya Hêzên Ezmanî yên DYAyê.
Balafira Air Force One a berê tenê ji bo xapandina gefên mimkun wekî "firokeya yem" firî û agahiyên vê operasyonê ewqasî nihênî hatin girtin ku hin xebatkarên Qesra Spî jî bawer dikirin ku Serok di nav Air Force One de ye.
Aliyê herî balkêş ê vê bûyerê ew bû ku rojnamevanên ku bawer dikirin bi Trump re rêwîtiyê dikin, bi rastî di nav balafira xapînok de bûn.
Ji rojnamevanan re hatibû gotin ku di dema firînê de perdeyên pencereyan girtî bihêlin, lê ti agahî nedabûn wan ku Serok di balafireke din de ye.
Dema ku rojnamevanan piştre ji Trump pirsîn ku çima perde hatine girtin, Serokê DYAyê bersiv da, "Lê belê heke ez biçim, hûn jî diçin. Ne wiha ye?" Lê li gorî zanyariyên ku hatine eşkerekirin, gava Trump ev gotin digotin rastiya krîtîk a ku rojnamevanan nedizanî ew bû ku Serok bi xwe di wê "firîna metirsîdar" de bi wan re tune bû.