Xamaney alîkariya Amerîka ya bo vîrusa korona red kir
PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamney, di axaftina xwe ya Newrozê ya televizyona fermî ya Îranê de bersiv da teklîfa Amerîkayê ya bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê.
Xameney got, “Amerika çendîn caran ji me re got: em dikarin alîkariya Îranê ya dermanê û sarêjiyê bikin. Ev pêşniyarek balkêş bû. Me got wan, berî her tiştî hûn alîkariya xwe bikin. Ger derman di destê we de hebe, ji bo xwe bikar bîn in.”
Xamney herwiha Amerika wekî xerabtirîn dijminê Îranê bi nav kir û got: “Birêvebirên Amerikayê derewîn, nemirov û terorist in.”
Xamaney got ku ti kesekî Îranî alîkariya Amerika qebûl nake.
Li aliyê din îro 22yê Adarê Balyozê Îranê li Fransayê Behram Qasimî ragihand ku yekem balafira Bijîkên Bêsînor a tîmên tenduristiyê û alîkariya dermanan û pêdawîstiyan gihîştiye Tehranê.