TR KU SO
FB X
Cîhan

Xamaney: Biryara Amerîka gaveke ‘Qirêj’ e, nagihe armanca xwe

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2019 23:41

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ku Pasavanên Şoreşa Îranê xistiye lîsta terorê nîşan da û got, Amerîka hewil dide dijî şoreşa Îranê gavên bavêje, lê nagihîje armanca xwe.

Xameneyî biryara Amerîkayê wekî gaveke ‘qirêj’ bi nav kir û got, dê Tehran jî li hemberî hêzên gavên pêwîst bavêje.

Xamaney wiha axivî: “Ew dixwazin dijî hêza me ya Pasavanên Şoreşê ku li dijî dijminên me di enîya pêşîn de welatê me diparêzin, plananan deynin... lê Amerîka heta niha nekariye pêşveçûna me asteng bike.”

Pasavanê Şoreşê di bin fermana Xameneyî de dixebite û nêzî 125,000 endamên wê hene. Hêza paramîlîter Basîc ku ji dilxwazan pêk tê, Hêza Quds ku li derveyî Îranê şer dike û programa moşekan ya Îranê jî girêdayî Pasavanên Şoreşê kar dikin.

Îranê bersiv dabû biryara Amerîkayê û Fermandarîya Hêzên Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) wekî piştgirê terorîzmê xistibû nav lîsta terorê ya welatê xwe.

Heriwiha Fermandarê Giştî yê Pasavanan Muhammed Ali Caferî jî daxuyakirin ku ew dê hêza xwe ya leşkerî zêdetir bikin û ji bo biryara Amerîkayê got, pêngaveke pêkenînî ye.

Parve bike: