TR KU SO
FB X
Cîhan

Xebatkarên rojnamegeriyê yên Yûnanistanê 24 seet dev ji kar berdan

Admin M
Nivîskar
📅 19 mijdar 2024 23:36

PeyamaKurd – Sendîka rojnamevanan ya karker û memûran ya Yûnanistanê, ji bo şertên wan yên aborî baştir bibin, îro dest ji belavkirina xeberan û karên din berdan û nema li Yûnanistanê xeber tên belavkirin.

Grev an ku destberdana ji kar seet di 05.00ê sibê dest pêkir û wê heya seet 05.00ê sibê dewam bike. Wextên navborî li gor wexta Ewrûpa ye.

Bi sedema grevê, di radyo û televîzyonên Yûnanistanê de weşan nehat kirin. Ji ber rojnamevan îro naxebitin wê sibê jî rojname nên belavkirin.

Parve bike: