TR KU SO
FB X
Cîhan

Xebatkarên sîrketa petrolê yên ExxonMobile dadigerin Iraqê

Admin M
Nivîskar
📅 01 hezîran 2019 02:50

PeyamaKurd- Rêvebirê şîrketa Petrolê yê Basrayê Îhsan Abdulcebbar ragihand ku Amerîka berê xebatkarên xwe yên şîrketa ExxonMobile bi sedema ku navbera Îranê û Amerîkayê di herêmê de nexweşbû, wan ji Iraqê vekişandibû lê niha heman xebatkar dê car din dagerin Iraqê. Dagera wan roja yekşema pêşiya me ye.

Li gor ragihandina Abdulcebbar; wezîrê petrolê yê Iraqê Tamer Gazban bi şîrketa Amerîkî re axifiye û lihev kirine da xebatkarên wan dagerin Iraqê. Amerîka xebatkarên xwe di 18 ê gulanê de ji Iraqê ji seha Qurnayê kişandibû.

Parve bike: