TR KU SO
FB X
Cîhan

Xelkê Pasdarên Îranê ji gundekî Merîwanê qewirand

Admin H
Nivîskar
📅 15 adar 2026 08:26

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dema Pasdarên Îranê xwestine xwe di mizgefta gundekî Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê de veşêrin, ji hêla gel ve hatin bidûrxistin û qewitandin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, Amerîka û Îsraîlê, baregehên pasdarên îranê yên li navçeya Serşîwe ya Merîwanê û bi taybet baregeha li gundê Gogce kir armanc.

Lewra, pasdaran xwest xwe di mizgefta gundê Gogce veşêrîn lê welatiyan rê neda wan û ew qewitandin.

Li ser vê jî pasdaran gundî gulebaran kir, lê tevî wê nêzîkî 120 pasdar ji neçarî çek û teqemeniyên xwe ji gund derxistin.

Hate diyarkirin ku gund bi tevahî ji pasdaran û hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye valakirin

Parve bike: