Cîhan
Xemaney Siûdî, Îmarat û Amerîka nîsan da
PeyamaKurd - Li ser êrîşa merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê ya li Ehwazê, li hember serbazên Iranê pêkhatibû û di encamê de 29 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 60 kesan jî brîndar bibûn, bandora bûyerê dewam dike.
Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xemaneyî diyar kir ku: “Êrîşbar ji alî Erebistana Siûdî û Îmaratê ve hatine fînansekirin û Amerika jî piştgiriya êrîşbaran kiriye”.
Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehwazê berpirsiyariya êrîşa Ehwazê girtibû ser xwe.
Berpirsiyarên Îranê ragihandibûn ku, dê bi awayek tund tola vê êrîşê hildin.