TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwedîderketina Behrem Salih a Îranê bû sedema lêpirsînê

Admin S
Nivîskar
📅 20 mijdar 2018 14:44

PeyamaKurd - Piştî ku demek berê Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Tehran a paytexta Îranê di daxuyaniyeke xwe de, gotibû, ‘Pêwîst e li Rojhilata Navîn Eniyek were avakirin û Îran tê de xwedî roleke girîng be’ akademisyen û lêkolînerên Iraqê nerazîbûn nîşan dan.

Navenda Iraqa Nû ya Lêkolînan ku ji endam û kesayetên akademîsyen û pisporên taybet ên aliyên cuda pêk tê ragihand, pêwîst e parlamentoya Iraqê lêpirsînê ji bo serokkomarê Iraqê Berhem Salih bide destpêkirin.

Navenda Lêkolînan bi sedema gotinên Berhem Salih ên, ‘Pêwîst e li Rojhilata Navîn Eniyek were avakirin û Îran tê de xwedî roleke girîng be’ dixwaze lêpirsîn li ser were destpêkirin ku niha Amerîkayê jî li hember Îranê qonaxa duyem a dorpêçan ragihandiye.

Parve bike: