Cîhan
YA dorpêçên ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Awrûpayê bi sedema ku Ûkraynayê bê îstîqrar kiriye, tehdîdê li ser desthilatê, yekîtiya axê û serxwebûna wê kiriye, dorpêçên ku danîbû ser Rûsyayê 6 mehên din an ku heya adara sala 2022 yê dirêj kir.
Di dawaxuyaniyê de hat ragihandin ku dorpêçên bo 6 mehan hatiye dirêjkirin, ji bo 177 şîrket, dezge û ji bo 48 kesane.
Li gor birayara dorpêçên YA yê 27 dewlet nikare sîlihan bifroşe Rûsyayê, teknolojiya ku Rûsya di petrol û xazê de bikartîne nikare ji welatên YA yê bikire. Bankayên dewletê yên Rûsyayê di derveyê sektora finansa Awrûpayê de dimînin û ji her 6 mehan carekî dorpêçên bazirganî û veberhênanê datîne ser Rûsyayê.