YA yê bo agirbesa li Lîbyayê banga xwe dubare kir
PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê bo rawestandina şerê navxwe yê Lîbyayê bang li terefan kir û xwest bo çareseriya siyasî xebat bêkirin. Temsîlkara bilind ya karên derve û siyaseta ewlekariyê ya YA yê Federica Mogherini, li ser navê endamên yekîtiyê belavokekî belav kir.
Yekîtiya Awrûpayê got ku Xelîfe Hafter bo Trablûsê bidest bixe, di 4 ê nîsanê de fermana êrîşê da û jiyana sîvîlan xiste talûkê. Ev bo Lîbyayê û herêmê, tehdîda terorê jî di nav de, dikare encamên xerab çêbike. Mogherini weha got:
“Yekîtiya Awrûpayê û endamên wê, bang li terefan dike ku agirbesê bikin û divê hêzên Xelîfe Hafter ji Trablûsê vekişin. Em endîşe dikin ku hêzên terorîst tevlî şer bibin. Divê Lîbya xwe ji van hêzan dûr bigre. Çareseriya we ne leşkeriye lê siyasiye.”
WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) raghand ku ji 4 ê nîsanê heya niha di şerê bo bidestxistina Trablûsê ji aliyê Xelîfe de, 58 kes mirine û 275 kes jî birîndar bûne.