YE biryara givasên nû ji bo Belarûsê da
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema di şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de destekê dide Rûsyayê, tedbîrên nûh yên bazirganî, alavên cuda û di gihandinê de biryara tedbîrên nûh da.
Di civîna konseya YE de, bi sedema Rûsya di sîstema aboriyê de pêdiviyên xwe ji Belarûsê bidest dixe û di rêya Belarûsê de kêmasiyên xwe temam dike, li ser mijarê niqaşê kirin.
Di biryarê de, alavên ku bi armanca cot an ku hem ji bo sîvîl û leşkerî tên bikaranîn, alavên teknolojik yên îxracatê ji bo şandina Ûkraynayê, bi alavên ku sanayiya Belarûsê pêş bixe ve hatine qedexekirin. YEyê di biryarê de got:
“Berhemên seyr û seferên deryayî û teknolojiya wan û malên luks şandina wan hat sînorkirin.”
Ji Belarûsê kirîna zêr, almaş, helyûm, komir û petrola xam, berhemên mîneralî îtxalata wan ya raste rast an di rêyeka dinê de an dewra wan hat qedexekirin. Ji bo Belarûsê girtina defteran, şêwrimendiya bacê, ya kar û rêvebiriyê, têkiliyên bi gel re, muhasebe, kontrol, endazyarî û xizmetên weka wan bi temamî hatin qedexekirin.
Alavên navborî, bi erebeyên ku qeydiyên wan li Belarûsê hene, di nav rêyên YE de wê nên gihandin.