TR KU SO
FB X
Cîhan

YE dest bi muzakereyên endamtiya Ûkrayna û Maldova dike

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 13:53

PeyamaKurd – YEyê biryarê da ku roja Duşema bê, dest bi asta yekem ya muzakereyên endamtiya Ûkrayna û Maldova bikin. Di nav pêngava ewilî de serdestiya hûqûqê û dezgeyên demokratîk hene û ev pêngav di pêvajoya firehbûna YE de pêşdeçûnekî girîng tê qebûl kirin.

Serokê Konseya Ewrûpayê Antonio Costa û seroka komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen roja Înê bi hevre daxwuyanî dan û gotin ku temamê endamên YE li hev kirine ku li ser xalên bingehîn dest bi muzakereyên her dû welatan bikin. Di daxwuyaniyê de gotin:

“Ev pêngav, tevî her dû welat bi astengiyên mezin re rû bi rû man jî, bi biryardarî, cesaret û xebata zêde gihane vê astê. Firehkirina YE tercîhekî stratejîke û YE ya mezin di berjewendiyên Ewrûpa de ye.”

Parve bike: