YE: Peymana bazirganiyê ya ligel DYAyê pejirand
PeyamaKurd - Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê , ji bo bicîkirina rêziknameyên qanûnî yên peymana bazirganiyê ya ku ligel Amerîkayê (DYA) hatibû îmzekirin, pejirand. Encûmena YEê ragihand ku nûnerên welatên endam her du qanûnên ku bacên gumrikê yên YEê di çarçoveya vê peymanê de radixin ber çavan, bi fermî qebûl kirine.
Di daxuyaniya fermî ya encûmenê de hat destnîşankirin ku ev biryar pirosesa qanûnî temam dike û weha hat gotin:
"Ev biryar pabendbûna YEê ya ji bo peywendiyeke bazirganî ya transatlantîk a aram, pêşbînîkirî û xwedî berjewendiyên dualî piştrast dike; di heman demê de pêngavên pêwîst ên ji bo parastina berjewendiyên aborî yên Ewropayê jî diparêze."
Bacên li ser kelûpêlên pîşesaziyê yên DYAyê radibin
Bi xistina meriyetê ya vê rêziknameya nû re, guhertinên giring di bazirganiya dualî de rû didin:
Bacên gumrikê yên li ser kelûpêlên pîşesaziyê yên Amerîkayê bi temamî radibin.
Ji bo lîsteyeke berfireh a berhemên deryayî û berhemên çandiniyê yên DYAyê, derfetên gihîştina bi îmtiyaz a ji bo bazara Ewropayê tê dabînkirin.
Rêziknameya wê heta dawiya sala 2029an di meriyetê de bimîne. Ev pîlan mîkanîzmayên bihêz ên parastin û rawestandinê dihewîne daku di rewşên alozî de YE bikaribe aboriya xwe biparêze.
Parlamentoya Ewropayê jî hefteya borî ev qanûn pejirandibû. Piştî vê qonaxa dawî, rêzikname dê di rojnameya fermî ya Yekîtîya Ewropayê de were weşandin û bi fermî bikeve meriyetê.