YE: Tirkiye berpirsiyarê 'rewsa xerab' a rojhilata Derya Spî ye
PeyamaKurd – Di derbarê aloziya li Derya Spî, Yekîtiya Ewropayê weke berpirsyarê "rewşa xerab" a rojhilatê Deryaya Spî, Tirkiyê tohmetbar kir.
Berdevkê Nûnerê Bilind ê Asayîş û Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano, ragihand, Brukselê peyama zelal bi rêya hemû cûreyan gihandiye Enqereyê û divê Tirkiye wê peyamê li ber çavan bigre, da ku welatên Ewropayê neçar nebin rêkarên li dijî wê werbigrin.
Herwiha Stano destnîşan kir: “Tiştê ku niha li ser Tirkiyê pêwîst e; rawestandina alozî û tevliheviyê û rûniştina li ser maseya gotûbêjan bi mebesta dîtina çareseriya herdemî ji bo hemû kêşeyan.”
Brukselê mohlet dabû Tirkiyê ji bo sûdwergirtina ji navbeynkariyan û hewlên dîplomasiyê bo aramkirina rewşê li Deryaya Spî û amaje bi îhtîmala rêkarên tund li dijî Enqerê jî kiribû.
Tê çaverêkirin ku serkirdeyên dewletên Ewropayê, di lûtkeya 24ê Îlonê de li ser aloziyên li rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj bikin.