TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Afrîka: Em ê ji ber serê Rûsya-Ukrayna rûbirûyî xelayê bibin

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2022 00:02

PeyamaKurd – Serokê serdemê yê Yekîtiya Afrîkayê Macky Sall, bal kişand ser bandora şerê Ukrayna-Rûsya li ser dabînkirina xurekan û hişyariya xelayê da.

Serokomarê Senegalê û Serokê serdemê yê Yekîtiya Afrîkayê Macky Sall, ji televizyona France 24 re axivî û got: "Heger zad neyê berhemanîn, wê îstiqrara parzemîna Afrîkayê têk biçe û em ê bi xelayeke mezin re rûbirû bimînin.”

Sall, herwiha da zanîn ku wî ji bo kêmasiyên zad û zibil çareser bike, bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axiviye û daxwaza serbest berdana zad û gubreyên Ukraynayê ji ser bendera Odessayê kiriye.

Parve bike: