TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewropa hisyarî dide Rûsyayê

Admin L
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2021 14:29

PeyamaKurd – Yekîtîya Ewropa (YE) hişyarî da Rûsyayê û diyar kir, heke ew Ukraynayê dagir bike, divê rûbirûmayina encamên vê yekê bide ber çavên xwe. Serokwezîrê nû yê Almanya Olaf Scholz jî ji bo çareseriya aloziyên ji ber zedekirina hêzên Moskow nêzî sînorê bi cîranê xwe yê Ukrayna re, banga danûstandinan kir.

Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen û Serokwezîrê nû yê Almanyayê Olaf Scholz, do di preskonferanseke hevbeş de ser pirsgirêka aloz axifîn û da zanîn: "Pêdivî ye ku êrîş di berdêla bihayekî de encam bide, ji ber vê yekê em ê van xalan pêşdem ji Rûsyayê re ragihînin."

Ursula von der Leyen di berdewamiyê de eşkere kir, YE ya ku ji 27 welatan pêk tê û welatên hevkar, amadane dijî Rûsyayê toleyên aborî û darayî dîyar bikin; heke ew Ukraynayê dagir bike.

Herwiha Von der Leyen destnîşan kir: “Em bi Rûsyayê re, pêwendiyeke baş dixwazin, lê beriya her tiştî ev girêdayî tevgerên Rûsyayê ye. Rûsya hember cîranên xwe helwêsteke tehdîdkar digire û ev yek jî ewlehiya Ewropayê dixe xeteriyê."

Von der Leyen li ser pirsa heke di nava toleyên dijî Moskowê de ew ê girtina xeta boriyê ya Nord Stream 2 ya ku wê gazê bigihîne Ewropayê hebe yan na, wiha got: " Bi giştî divê ti carî enerjî ji bo zextan neyê bi kar anîn û ewlehiya enerjiyê ya Ewropa û cîranên wê were parastin."

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz red kir ku bersiva pirsa ser xeta gazê ya Rûsya û Almanyayê bide.

Scholz diyar kir, her çend eşkere ye ku YE û yên din ew ê bertek nîşan bidin jî, ger Rûsya Ukraynayê dagir bike, danûstandinên ji bo pêşîgirtina li encameke wiha jî girîng in.

Di serdana xwe ya Fransa ya do de, Scholz ji bo çareseriya krîzê, banga vejandina 'Şêwaza Normandîya' kir danûstandinên di navbera Almanya, Fransa, Rûsya û Ukraynayê, kir.

Parve bike: