TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê 890 milyon euro ceza da Google

Admin H
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2026 19:17

PeyamaKurd - Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji ber binpêkirina Qanûna Bazarên Dîjîtal (DMA) bi giştî 890 milyon euro ceza li ser Googleyê sepan.

Komîsyonê diyar kir ku Google di motora lêgerînê de derfetê dide xizmetên xwe yên wekî otêl, veguhastin û encamên sporê û rê li ber xizmetên aliyên sêyemîn digire.

Ji ber vê yekê du cezayên cuda yên bi birrên 460 milyon û 430 milyon euroyî li vê kompaniya Amerîkî hate birîn.

Her wiha hat destnîşankirin ku platforma Google Playê jî pêşvebirên sepanan asteng dike û xwediyên karsaziyan ji peywendiya rasterast a bi mişteriyan re dûr dixe, ku ev reftar di dosyeya bazara dîjîtal de hevkrikiyê têk dide.

Agahdariya 60 rojî û biryara Dadgeha Bilind

YEyê li gel cezayê pereyan, talîmatên teknîkî yên lezgîn da Googleyê daku van newekhevî û guherînan rast bike û derfetê bide pêşvebirên sepanan ku bi azadî peymanên xwe çêbikin.

Komîsyonê zêdetirî 60 roj dem da kompaniyê û hişyarî da ku eger daxwaz neyên bicihanîn, dê ji sedî 5ê dahata giştî ya cîhanî cezayê zêde bê birîn.

Parve bike: