Cîhan
Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku operasyonê neke
PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên operasyoneke berfireh li ser Rojhilatê Çemê Firatê û Rojavayê Kurdistanê, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) banga ku gavên yekalî yên leşkerî navêjin hat kirin.
Nûnera Polîtîkayên Ewlekariya Bilind a YEyê Federica Mogherini metirsî û fikarên xwe yên bo operasyona Tirkiyê anî ziman û bang li Tirkiyê kir, “Hemû hdefên me yên dawîanîna tundî û terorê û dabînkirina îstiqrarê li herêmê, yek in. Ji ber vê jî em hêvî dikin, Tirkiye gavên yekalî yên têkoşîna dijî DAIŞê ya hevpeymaniyê bixe zorê û bêîstiqrariyê bi xwe re bîne navêje.”
Mogherini destnîşan kir ku li demeke ku ber bi dawiya şerê DAIŞê diçin de, pêwîste hemû alî li gor têknedana vê armancê tevbigerin.