TR KU SO
FB X
Cîhan

Yemen: Artêşê pîsta Balafirgeha Senayê rûxand

Admin H
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2026 16:01

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Yemenê bi awayekî fermî ragihand ku ji bo rêgirtina li daketina balafireke xwedî nasnameya Îranê, pîsta serekî ya Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê ji aliyê hêzên wan ve hatiye bombarankirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev operasyona serbazî tenê bi armanca rûbirûbûna pêngavên Tehranê û parastina serweriya asmanî ya welat hatiye bicîkirin daku rê li ber her cûre alîkariyên nedestûrdar ên ku ji bo herêmê tên şandin were girtin.

Ev rûdana nû ya ku tirs û nîgeraniyeke mezin li ser astê herêmî ava kriyî ye, wekî nîşaneya gurkirina ji nişka ve ya rûdanên serbazî hat tomarkirin.

Ev geşepêdana krîtîk di demekê de rû dide ku paytexta Yemenê, Sena, di bin kontrola tîpa çekdar a Hûsiyan de ye ku ji aliyê Îranê ve bi awayekî berçav tên piştgirîkirin.

Li aliyê din, hikûmeta fermî ya Yemenê ku piştgiriya herî mezin ji Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê werdigire, xebat û çalakiyên xwe yên polîtîk û serbazî ji bajarê Adenê yê ku li başûrê welat e bi rê ve dibe.

Ev şerê navxweyî û aloziya ya li Yemenê, bi destwerdanên dawî yên asmanî ket qonaxeke hîn tundtir ku bandoreke li ser nexşeya peywendiyên navneteweyî yên li herêmê dike.

Parve bike: