Cîhan
Yemen heyeta Tirkiyê xiste binçav
PeyamaKurd- Heyeta Tirkiyê bo alîkariyê çû Yemenê û ji aliyê hêzên ku nêzî dewleta Emaratêne de, hatin binçavkirin. Ji heyeta Tirkiyê, ji rêxistina Beşîr 2 kes û ji ya Diyanetê yek kes bo alîkariya mirovî çûne Yemenê û ragihandin ku ev 2 roje hatine binçavkirin û tên rawestandin.
Heyet di 15 ê mehê de, di ser Ummanê de ketine Yemenê, li bajarên Seyûnê, Maribê xebat kirine û di 20 ê mehê de çûne Adenê. Li ser rêya Adenê 3 siet hatine rawestandin û di şevÊ de îfadeyên wan heya sibê hatine sitendin. Polîs wan li otêlê bi cîh kiriye û li ser hev wan dibin qereqolê bo îfadeyan.