TR KU SO
FB X
Cîhan

Yewnanîstan ji DYAyê 20 frokeyên F-35 dikire

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2024 15:41

PeyamaKurd - Yewnanîstanê ragihand ku ji bo zêdekirina kapasîteya parastina xwe ya neteweyî, wan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, di çarçoveya bernameya bi milyar dolaran de, peymana kirîna 20 frokeyên şer ên cureya F-35 îmze kirine.

Yewnanîstanê ji bo qonaxa yekem peymana kirîna 20 frokeyên F-35 îmze kir û ji Washingtonê re şand.

Radestkirina frokeyên şer ên nifşê pêncemîn a ji Atînayê re, wê di 2028an de dest pê bike.

Wezîrê Parastinê yê Yewnanîstanê Nikos Dendias di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de got: "Nameya pesendkirina F-35an hat îmzekirin û ji DYAyê re hate şandin. Bi kirîna van frokeyan, wê bandora Yewnanistanê ya li herêmê pir zêde bibe."

Firokeyên şer F-35 ên nifşê pêncemîn ku ji alî Lockheed Martina pargîdaniya sereke ya çek û teknolojiyê ya DYAyê ve hatiye hilberîn. Armanca Yewnanistanê ew e ku ji sala 2028an pê ve ev froke ji Hêza Asmanî ya Yunanistanê re bê bikaranîn.

Di vê peymana 8,6 mîlyar dolarî de bijardeya Yewnanîstanê ya ku paşê 20 frokeyên din ên F-35ên jî siparîş bike.

Rayedarên Yewnanîstanê ragihandin ku buhayê pakêta yekem a 20 frokeyên F-35 ku peymana wan hatiye îmzekirin 3,5 milyar dolar e.

Parve bike: