Cîhan
YPG qedexeya derketina derve bo Reqqayê danî
PeyamaKurd- Di demên dawiyê de li dijî rêxistina YPG ê li bajarê Reqqayê xwepêşandan destpêkirine û bo kontrolkirina xwepêşandanan hat ragihandin ku bo derketina derve qedexe hatiye danîn.
Biryara derketina derve ji roja îna borî de dewam dike. Derketina ji bajêr û ketina bajêr qedexeye. Bi sedema Firat di nava bajêr derbas dibe, ji rexeka Firat bo rexê din derbasbûn jî qedexeye.
Heya niha di bûyerê de 2 sîvîl hatine kuştin û li dora 150 kes jî hatine binçavkirin. Di 16 ê êlûnê de wê hilbijartinên herêmê çêbibin û Erebên ku namzetin û layangirê rejîmêne jî hatine binçavkirin.