Cîhan
YPGê û ISÎDê êsîrên xwe pev guherandin!
PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û IŞÎDê li Dêra Zorê ya Sûriyê êsîrên xwe pev guherandin.
Çavkaniyên nêzîkî opozîsyona Sûriyê ragihandin ku duh li Bakurê Dêra Zorê, di navbera YPG û IŞÎDê de peymaneke pevguhertina êsîran hate çêkirin.
Li gorî çavkaniyan HSDê 10 çeteyên IŞÎDê teslîmî wan kirin û 10 çekdarên xwe jî ji IŞÎDê teslîm standin.
Li gorî agahiyan berî niha bi 3 mehan çeteyên IŞÎDê ji aliyê YPGê ve li Şîetatê hatibûn êsîrkirin.
Heta niha ji aliyê YPGê û IŞÎDê ve di derbarê mijarê de ti daxuyanî nehatine dayîn.