Cîhan
YSK: Erdogan piraniyan dengan standiye!
PeyamaKurd- Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Tirkiyê eşkere kir ku li gorî encamên ne resmî Recep Tayyip Erdogan piraniya rayan standiye.
Duh li Tirkiyê hilibijartineke dîrokî çêbû. Tirkiyê hem hilbijartina serokomariyê û hem jî ya parlamenteriyê bi hev re kir. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Tirkiyê (YSK) Sadi Gûven di derbarê encamên hilbijartinê de di weşana zindî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Gûven got ku Recep Tayyip Erdogan piraniya rayan standiye. Li gorî me ji %97an ra ketine sîstemê de. Partiyên AKP, CHP, İP, HDP Û MHPê jî bend derbas kirine.